H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bi progirama anegorî ya Nexçêvanê pêşda diçe: tunene ermenî, tunene pirsgirêk

Fonda mûzêyî-înstîtûta komkujîya Ermenî elametî belav kirîye, ya ku girêdayîye girtina rîya Arsaxêra, ya ku Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê.

“Ji 12 ê kanûna sala 2022 a da Adirbêcanê rîya tek-tenê, ya ku Arsaxê dinîyayêva dide girêdanê, daye girtinê. Meremê stratêcîya wan ewe ku binelîyên Arsaxê mecbûrkin, ku ew ji welatê xweyî dîrokî derkevin.Nava vê pirsêda Adirbêcan progirama Nexçêvanê dide xebatê, ya ku wededa bere-bere ji ermenîya hate valakirinê. Tenê bi valakirina ermenîyava Adirbêcanê nesekine.Piştî şerê Arsaxêyî duemîn elametîyên serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî zelal şedetîya wê yekê didin, wekî çevê  wan li ser Komara Ermenîstanê bi taybetî li ser Yêrêvana paytexte.

Serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî bi bûyarên gêopolîtîkîye van axirîyava şa bûne.Nenihêrî wê yekê wekî li Bekûyê difikirin ku berjewandîyên  gêopolîtîkî û gêoêkonomîkî wê mecbûrkin ku dinîya çevê xwe li ser kirinên wan bigrin, ew dixwezin agrêsîya nû mîyaserkin.

Feqet cêribandina bi seda sala şedetîya wê yekê dide wekî ewên ku komkujîyê mîyaser dikin, cezayê layîq distînin.Em hêvîdarin, wekî serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî jî wê bona kirinên dijî ermenîya mîyaserkirî li ber cabdarîyê bisekine, lê ermenîyên Arsaxê, nenihêrî wan dijwarîya, wê dîsa li welatê xweyî dîrokî bijîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button