H’emû nûçeSereke

Girtina korîdora Laçînê  li ser zaroka tehsîra xirab dihêle: YUNISEF

Girêdayî girtina korîdora Laçînêra, YUNISEF ê elametî belav kirîye:

“Girtina korîdora Laçînê bi cûrê xirab li ser zaroka tehsîr dike. Ev hal çiqasî dirêj bikişîne, zarokê diha zîyanêkevin, gilî derheqa kêmbûna xurek û tiştên mayîndane, yên ku bona  jîyînê pêwîstin.Zarok usa jî ji dê û bava miqûf mane, çimkî ew nikarin ji wî berî bighîjine dê û bavên xwe.

YUNISEF  banga sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya derheqa çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê û ewlehkarîya wêda, careke mayîn îzbat dike.Ev yek gelekî girînge, ku zarok li Qerebagê parastîbin û organîzeyên hûmanîtarî bikaribin alîkarîyê bighînine wan.

YUNISEF mecalên dîyalogê digere û hevkarîyê tevî hemû alîya dike, bona ku mecal çêbe ku alîkarîyê bidine zarokên li wir”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button