H’emû nûçeSereke

Serokên partîyayên Fransîyayê ji bo garantîyakirina ewlekarîya Arsaxê û Ermenîstanê bi bangê berbirî serokkomarê vî welatî bûne

Serokên sîyasî yên partîyayên serekeye li Fransayayê, tevî nêrînên xwe yên sîyasî yên cuda, nameyeke vekirî ya hevbeş di rojnameya Le Monde ya ku herî zêde li Fransîyayê guhdarî dike, belav kirin û têda daxwaza destwerdana serokkomarê Fransaîyayê ji bo garantîyakirina ewlehîya Arsaxê  û Komara Ermenîstanê kirin.

Li gorî nûçeya Armênprêssê, balyozxaneya Ermenîstanêye li Fransîyayê li ser rûpela xwe ya Facebookê, wergera nameyê pêşkêş kir.

“GIRÎNG E  EWLEHÎYA ERMENÎYÊN QEREBAXÊYE  NETEWEYÎ   RAZÎKIN

Adirbêcanê ji 12 ê kanûnê  rêya yekane ya ku nifûsa ermenî ya Arsaxê  Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide, korîdora Laçînê girtîye û bi vî awayî metirsîya karesateke mirovî ya mezin çêdike. 12 000 kes, di navda 30 000 zarok, ji çavkanîyên jîyanî bêparin, di nav da xwarin û pêdîvîyên bijîşkî. Adirbêcanê  sê roja  gaz qut kir û xelkê Arsaxê di sermaya cemidandinê de ji germkirinê bêpar man.

Ev bûyer, ji îlona sala 2020 an, destpêka qonaxeke nû ya zêdekirina êrîşên Adirbêcanêye li dijî ermenîyan, çi hemwelatîyên Ermenîstanê bin, çi hemwelatîyên komara Arsaxê bin, û binpêkirineke mezine hem ji yasayên navdewletî û hem jî peymanên Jênêvê û danûstandinên di nav de. Di çarçoveya koma Mînskê, ku çareserîya aştîyane ya pirsgirêka Qerebaxê dihesibîne.

Sedem hene ku em bawer bikin ku Adirbêcan bi vî rengî ranaweste û dê her fersendê bikar bîne da ku bi kiryarên xwe yên ji bo armanca ragîhandina paqijkirina êtnîkî niştecîhên Arsaxê û Komara Ermenîstanê bêîstîqirar bike û zulmê bike.

Kiryarên Adirbêcanê tawanên şer yên belgekirî, belavkirina nefreta êtnîkî, wêrankirina mîrata çandî ya ermenîyan, êrîşa li ser Ermenîstanê di îlona sala 2022 an da û dagirkirina neqanûnî ya beşek ji axa wê ya serwer, sûcên dubare yên li dijî gelê sivîl  îdî ne cewherek ne destûr, ku dê Fransîya di bin her şert û mercên din de destwerdanê bike. Wekî din, miletekî dost di xeterê de ye, “Hevalbendê me yê piçûk Ermenîstan”, wek Jorj Klêmanos got.

Fransîya û ermenî bi gelek têlên çandî, sîyasî û aborî yên sedsalan ve girêdayî ne. Dîroka têkilîyên di navbera Fransîyayê û Ermenîstanê de Fransîyaye û rêyên ku Asya û Rojhilata Navîn bi hev ve girêdide (ji dema  Jak Kyorî, Rîşêlyê û Kobêrî ) pêşkeftina deranîna me ya tekstîlê, qawexweneya yekem li Parîsê, kanala Sûêzê, xuyangîya sor û behîva li Fransîyayê, akordeyona dansên me yên gelêrî. Fransîya û ermenî di bin ala me de lêgîyona ermenîyan ya di şerê Mezin de têdikoşe, fedakarîya lehengê berxwedana serdemê Mîsak Manûşyan e ku li dijî barbarîyê serî hilda.

Fransîya û ermenî, bîranîna nivîskarên me yên mezin  ji  Kornêyîs hetanî Nêrval, ji Sandî hetanî Lamartên, Vîktor Hyûgo, Romên Rolan û Maks Jakob hetanî Lîû Aragon.

Lê belê, dibe ku gotinên Anatolî Frans di sala 1915 an de herî baş tişta ku me bi ermenîyan ve  dide girêdan.

“Me di dawîyêda fêm kir ku ew xwîşka me ya li Rojhilat bû ku dimire û dimire ji ber ku ew xwîşka me bû, ji ber gunehê parvekirina hestên me, hezkirina ji tiştê ku me jê hez dikir, fikirîna tiştê ku em difikirin, ji her tiştê ku em bawer dikin, wek me aqil, wek hevî, helbest, huner bawer bikin û tam bikin.

Qîmetîyên bingehîn hene, prînsîpên neşikestî hene ku me, sênator û parlamenterên ku ji alîyê gelê Fransayê ve hatine hilbijartin, ji cudahîyên me û dîtinên sîyasî yên hevbeş wêdetir yek dikin.

Qîmetîyên bingehîn hene, prînsîpên neşikandî hene ku me dike yek û me dike netewe. Miletê mezin û bedewe Fransîya

Ji bo xatirê van nirx û prînsîpên ku ji Danezana mafên Mirov û hemwelatîbûnê derketine, ji bo xatirê peywendîyên ku me bi gelê ermenî ve naqetîne, sênator bi yekdengî, ji bilî yek dengî, û Meclîsa Neteweyî di vê mijdarê de bi yekdengî biryarên ji bo piştgirîkirina Ermenîstanê, dagirkirina leşkerî ya qismî û êrîşên bênavbere, qebûl kir

Ev biryar berdewamîya biryarnameyên ewil yên ku di mijdara  sala 2020 da hatibûn qebûlkirin bûn, ku bi heman gotinê ji bo naskirina Komara Qerebaxa Çîya û ji bo parastina mafê çarenûsa ermenîyên Arsaxê li welatekî ku tê de hatibûn qebûlkirin, ew ji demên kevnar de dijîn.

Piştî sedsalekê, me parlamêntarên fransî bersiv da banga Jan Jorês, ku di 3 ê mijdara  sala 1896 da, di rojên qirkirina ermenîyan de li împaratorîya Osmanî, di axaftina xwe ya “Divê ermenî bên rizgarkirin”.

 “Yanî li hember ewqas xwîna ku hatîye rijandin, li hember ewqas kiryarên dijmirovî û hovane, li hember soza Fransîyayê û binpêkirina mafên mirovan, tu hawarek nehat bihîstin, yek peyv jî nehat.Ji lêvên te gotinek jî ji hişê te derneket û tu bêdeng bûyî, lewma jî şirîk, di qirkirina tam de”.

Li gor îradeya dêmokratîk û Meclîsa Neteweyî û Sênatoyê, em ji  serokkomar daxwaz dikin ku ji bo ewlekarîya mayînde ya ermenîyên Arsaxê , Karabag û Komara Ermenîstanê her tiştî bike. Ji ber ku Adirbêcanê ragîhandibû ku ew mûzakereyên navneteweyî yên li ser mijara Arsaxê red dikin, em wekîl û sênator bang li we dikin ku bi tedbîrên jêrîn demildest mûdaxele bikin da ku pêşî li tiştên ku nayên vegerandin bigirin.

– Adirbêcanê ji ber binpêkirina hiqûqa navneteweyî, dagirkirina beşek ji xaka Komara Ermenîstanê û sûcên şer şermezar bikin.

– Li Arsaxê hebûna mirovahî plan bikin û alîkarîya aborî ya bi lez ji Ermenîstanê re peyda bikin.

– Ji bo hevdîtina bi nûnerên Arsaxê re.

– Navbeynkarîya Yekîtîya Avropayê, li gel hevkarên me yên li Amêrîkayê bike, da ku ew jî heman gavan bavêjin û bi wan re cezayên aborî û sîyasî li dijî Adirbêcanê deynin.

– Navbeynkariya Yekîtîya Avropî û hevkarên me yên li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê bikin  ku firokexaneya Stêpanakertê ji nû ve bê destpêkirin û ewlehîya peywendîyên esmanî yên bi Arsaxê re mîsoger bikin.

Birêz serok, îro hûn di rewşekê de ne ku hûn rê nedin ku dîrok dubare bibe û yek ji neheqîyên wê rast bike. Hûn dikarin îro ji cimetên Miletan re îsbat bikin ku Fransîya bi nirxên cîhanê re, bi erk û rûmeta xwe ya exlaqî re mezin û rast e.

Birêz serok, di dawîyê de hûn dikarin ji hemû hemwelatîyên me re îsbat bikin ku Fransîya azad e, ji bo parastina îdêalên xwe yên însanî, ku bingeha neteweya me ne, ew dikare ji stratejîyên sîyasî û aborî yên kurtbîn xilas bibe.”

Nivîskarên nameyê:

Serokê Partîya Komara Fransîyayê Êrîk Sîotî

Olîvê For, sekrêtarê giştî yê Partîya Sosyalîst ya Fransîyayê, endamê meclîsa Neteweyî ya Fransîyayê

Hervê Marsêy, serokê Partîya Dêmokrat û Serbixweyên Yekbûyî ya Fransîyayê, serokê Fraksîyona Serbixweyan li Sênatê.

Sêkrêtarê giştî yê Partîya Komûnîst ya Fransîyayê Fabîên Rûsêl

Seroka Komîtêya daîmî ya karûbarên derve, parastin û hêzên çekdar yên Sênata Fransîyayê Krîstîna Kamo

Brûno Ritayo, serokê fraksîyona “Komarîxwazan” ya Sênata Fransîyayê û koma hişyarîya kavdewletî ya Sênata li ser Qerebaxê

Êlîan Asasî, seroka fraksîyona Komûnîstî ya  Sênata Fransîyayê

Gîmyom Gontar, serokê Fraksîyona parastina jîngehê, hevgirtin û rêveberîya herêmî ya Sênata Fransîyayê

Patrîk Kannêr, serokê fraksîyona komarî ya Sosyalîst û Jîngehparêz ya Sênata Fransîyayê

Jîlbêr- Lyûk Divînaz, serokê koma dostanîya “Fransîya-Ermenîstan” ya Sênatoya Fransîayê

Pîêr Ûzûlîa, Sênator.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button