SerekeSîyasî

Bolton pêşnîyar kirîye ku  Tirkîyayê bona hevkarîya tevî Rûsîyayê ji NATO ê bidine derxistinê

Şêwirmendê serokê Ştatên Amêrîkayêyex Yekbûyî, yê berê Donald Tramp, Con Bolton girêdayî Tirkîyayê  û lîdêrê wê Êrdoganra, elametî belav kirîye.Ewî usa jî derheqa Almanîyayêda gotîye.

Nava miqala Boltonda, ya ku Telegraph ê da hatîye gotinê, wekî sala tê endamtîya Tirkîyayêye nava NATO ê da gerekê bikeve bin pirsê, heger Êrdogan careke mayîn bê hilbijartinê. Ewî çawa menîya wê yekê gotîye wekî serokatîya tirka gerekê hindava konflîkta li Ûkraînayê dijî tabîya Rûsîyayêbe.

Şêwirmendê berê usa jî Bêrlîn nava wê yekêda gunehkar kirîye, wekî ewê sozê xwe neqedandîye, çimkî soz dabû ku wê xercên xweye bona parastinê zêdeke.Bolton guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye wekî byûcêya Almanîyaêye  sala 2023 ji ya sala 2022 a kêmtire. Nava miqala xweda ewî fikira xwe elam kirîye û gotîye wekî dirêjbûna şerê li Ûkraînayê wê nava welatên Rojavayêda halê sertbûyî pêşda bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button