H’emû nûçeSereke

Bona balafirên xweye leşkerî Sû-30 î Ermenîstan bi cêribandina Hindistanêva hewaskare:IDRW

Portala hindîye profêsîyonal Indian Defence Research Wing ê nivîsîye, wekî Ermenîstanê balafirên Sû 30 î, yên ku ji Rûsîyayê hatine kirînê, wextê şerê Arsaxêyî 44 roje nedane xebatê.Hatîye dîyarkirinê wekî menîya wê yekê ew bû wekî pîlotên ermenî tam telîmkirî nîbûn û Ermenîstan nikaribûye pêşîya şerê Qerebagê rokêta dest bîne.

Hatîye dîyarkirinê,wekî balafirên Sû 30 î çawa sîstêm tenê rokêtên ku nayêne serkarîkirinê, dane xebatê û rûyê wê yekêda jî niha alîyê ermenî têra dibîne rêsûrsên xwe bide xebatê û hêzên xweye hewê sazke û pêra jî hêvîdare ku Hindistanê piştgirîyê bidê.

“Goveka hevkarîyê dikare ji telîmkirina pîlota destpêkirî bighîje dayîna rokêtên hindî. Ermenîstan hêvîdare ku wê hêzên xweye hewê bide nûkirinê”,- portala hindî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button