H’emû nûçeSereke
Dinîya sîvîlîzasîyon gerekê Adirbêcanê mecbûrke ku ew xirabkarîya dijî merivatîyê bide sekinandinê: Stêpanyan
Eva îdî sê hevtîya zêdetire ku Arsax ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dorpêçkirinê.Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan Twittere da nivîsîye:
“Dinîya sîvîlîzasîyon gerekê Adirbêcanê mecbûrke ku ew xirabkarîya dijî merivatîyê bide sekinandinê.Bêdeng nemînin, ez hîvî dikim ku hûn vê pirsê bilindkin bona ku rîya jîyanê bê vekirinê”,- parêzerê mafê mêriv nivîsîye.