H’emû nûçeSereke

Arsax bona sekinandina paqijkirinên êtnîkîye ji alîyê Adirbêcanêda  berbirî civaka navneteweyî dibe

Bi serkarîya serokê Komara Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan civîna şêwira ewlehkarîyê pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne wekîlên hemû hêzên Arsaxêye sîyasî.

Wextê civînê encamên krîzeya hûmanîtarî ya ku rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye, hatine gotûbêjkirinê.

Şêwira Arsaxêye ewlehkarîyê elametî belav kirîye:

Eva îdî serê mehekêye ku komeke wa gotî êkoaktîvîsta, bi piştgirîya desthilatdarîya Adirbêcanê, rîya ku Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê, girtine. Bi kirinên wî cûreyî alîyê azêrîya Komara Arsaxê ji dinîyayê hatîye qetandinê û wî cûreyî 120 000 binelîyên li wir nava dorgirtinêda mane.

Wextê prêss-konfêransa serokê Adirbêcanê, ya 10 ê meha çile, zelal bû wekî desthilatdarîya Adiriêcanê nava pirsgirêka Qerebagêda bi qewatê gefa duxwe û ev yek berdewama sala 2020 ye, ya ku Adirbêcanê dijî cimeta Arsaxê mîyaser kir.

Nava vê hemtêkstêda, wextê prêss-konfêransa serokwezîrê Ermenîstanê, çend gotinên belavkirî xemgînî pêşda anîne, çimkî ew gotin  gorî îdêolojîya şerkarîya hemmiletîyê nînin.

Em wan hemû encama fem dikin, yên ku gorî sîyaseta mene û em tabîya xwe careke mayîn îzbat dikin wekî mafê serbixwetîya Arsaxê û jîyîna aza ya li ser welatê dîrokî qîmetîyên bilindin. Tu mecbûrkirinek yan jî gefxwerinek nikare me ji şerkarîya me dûr bixe.

Em berbirî civaka navneteweyî dibin û bang dikin ku îzina kirinên Adirbêcanêye têrorîstî, progiramên paqijkirinên êtnîkî û komkujîya ku tê amadekirinê, bidine sekinandinê.

Cimeta Komara Arsaxê û desthilatdarîya wê hêvîdarin wekî ermenîyên temamîya dinîyayê wê piştgitrîya xwîşk û birayên xweye li Arsaxê û qirara wan bikin û berbirî desthilatdarîya Ermenîstanê dibin ku ew mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê li organîzeyên navneteweyî pêşda bibin û biparêzin, bi xebitandina hemû mecal û mêxanîzmên  navneteweyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button