H’emû nûçeSereke

Projeya derheqa qulixa leşkerîye bona jina ya bi prînsîpa rezedilvanîyê, nava êtapa gotûbêjkirinêdane: cîgirê wezîrê parastinê

Dersên telîmkirinê, wextê jin hînî agirkirinê dibin, ew fikir pêşda anîye, wekî jin jî dikarin beşdarî qulixa leşkerîbin, lê ne bi borcdarkirinê, bi prînsîpa rezedilvanîyê.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê parastinê Arman Sargsyan gotîye.

“Niha projeya wê qanûnê nava êtapa gotûbêjkirinêdane û dema ku îdî amedebe, wê bê zelalkirinê. Niha ez tenê dikarim bêjim wekî ew yek wê bi prînsîpa rezedilvanîyê bê mîyaserkiinê”,- cîgirê wezîr gotîye.

Bi gotina wî, merem ewe ku potênsîyala wan jina bidine xebatê, yên ku dixwezin û mecala wan heye ku alî bilindkirina dereca leşkerîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button