H’emû nûçeSport
Hênrîx Mxîtaryan derheqa Ermenîstanê û erf-edetên ermenîda
Klûba fûtlobêye “Întêr” ê rûpelê facebook da vîdêyo belav kirîye, kîjanêda fûtbolîstê klûbê, lîstikçîyê koma Ermenîstanê Hênrîx Mxîtaryan derheqa Ermenîstanê û erf-edetên ermenîda gilî dike.
Vîdêyoyêda Mxîtaryan tradîsîyayên ermenî eşkere dike û derheqa fûtbolîstê hizkirî û açixîyên sportsmênên ermenîda dibêje.
Derheqa fîlma ermenîye hizkirîda Hênrîx Mxîtaryan derheqa fîlma “Dayê” da gilî dike, ya ku derheqa komkujîya Ermenîdane.
Derheqha ermenîyada Mxîtaryan vî cûreyî dibêje: “Merivên devken, hevalhiz û dilşad”.