H’emû nûçeSereke

Xebatkarên bîyanî, yên ku li beşên organîzeyên bîyanîye li Ermenîstanê dixebitin, wê destûra xebatê bistînin

Li Ermenîstanê mecalên  bona welatîyên bîyanî, yên bona xebatê wê bêne berfirehkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê, xudanê projeya derheqa wê qanûnêda Gêvorg Papoyan gotîye.

“Van dawîya gelek teşkîlet tevî xebatkarên xwe cîguhastî Ermenîstanê bûne. Zelal bûye, ku heger organîzeyên bîyanî li vir wekîltîyên xwe vedikin, usaye xebatkarên wan li Ermenîstanê bona xebatê  destûrê distînin. Heger beşa organîzeyê li vir tê vekirinê, wî çaxî destûra xebatê tune. Norma wê qanûnê tiştekî ecêbe”:- Papoyan gotîye.

Parlamêntvan gotîye, wekî roja îroyîn gelek welatîyên bîyanî bona xebatê tên Ermenîstanê. Ewî ew yek girîng hesab kirîye ku wê pirsê lê binihêrin. Projeya wê qanûnê jî dide dîyarkirinê, wekî welatîyên bîyanî gerekê mecalê bistînin ne tenê li organîzeya bîyanî, lê usa jî li beşeke wê bixebitin.

Projeya qanûnê ji alîyê piranîya parlamêntvanada hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button