H’emû nûçeSereke

Endamên hukumetê bi deqa kerbûnê qedirê 15 leşkerên di şewatê de jîyana xwe ji dest dane, girtin

Endamên hukumetê bi deqa kerbûnê qedirê 15 leşkerên di şewatê de jîyana xwe ji dest dane, girtin.

“Şev bûyereke wehşî qewimîye, di encama şewata ku li yekîneya leşkerî ya wezîreta parastinê ya li gundê Azat ê navçeya Gêxarkûnîkêdaye, 15 leşker mirine”,- serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Derbarê şewata yekîneya leşkerî ya N ya li Gêxarkûnîkê de, îxtîmala destpêkê heye ku şewat ji ber binpêkirina rêgezên ewlehîyê yên girêdayî germkirinê derketîye, serokê  komîtêya lêkolînê Argîştî Karamyan daye kifşê.

Li gorî agahîyên destpêkê yên ji alîyê polîsên leşkerî ve hatin ragîhandin, di encama binpêkirina rêgezên ewlekarîya agir de li yekîneya leşkerî ya N ya  li Gêxarkûnîkê şewat derket. Her wiha madeyeke qedexekirî jî hat bikaranîn – benzîn, di encamê de nekarîn zêdetir agir vemirînin, behsa şewata ku li navenda yekîneya leşkerî ya N ya wezîreta parastinê derket û 15 leşkeran jîyana xwe ji dest dan, wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan gotîye.

Nîkol Paşînyan bertek nîşanî wezîr da û got ku divê bê zelalkirin kê çi nekirîye.

Tevî ku li cîhê bûyerê xebatên vemirandina agir hatin kirin jî, di encama şewatê de kuştî û birîndar hene. Li gorî agahîyên destpêkê di encama şewatê de 15 leşker mirine, rewşa 3 leşkeran jî giran e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button