H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê bangî Adirbêcanê dike ku ji axa Ermenîstanê derkeve, dîlên leşkerî aza berde û  korîdora Laçînê bide vekirinê

Parlamênta Avropayê êrîşa Adirbêcanêye meha îlonêda, ya ser axa Ermenîstana serbixwe û usa jî dorgirtina korîdora Laçînê berk gunehkar kirîye.

Nava raportên parlamênta Avropayêye sîyaseta der û ewlehkarîyêda hatîye gotinê,wekî 12 ê îlona sala 2022 a Adirbêcanê êrîşa leşkerî birîye ser axa Ermenîstana serbixwe, ya ku teribandina agirbestêye  û dijwarîya bona pêvajoya aşîtîyê pêşda tîne.

Parlamêntê xemgînîya xwe derheqa dîlên ermenîye leşkerî û usa jî merivên sîvîle dîlketîda elam kirîye û derheqa xirabkarîyên wextê şêr daye dîyarkirinê û îzbat kirîye wekî gerekê qedirê yekîtîya axa Ermenîstanê bê girtinê.

Bangî desthilatdarîya Adirbêcanê hatîye kirinê, ku Adirbêcan eskerê xwe ji hemû beşên axa Ermenîstanê paşda bibe û dîlên li cem xwe aza berde. Bi wê yekêva tevayî dorgirtina korîdora Laçînê berk hatîye gunehkarkirinê, ya ku elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û dikare krîzeya hûmanîtarîye plankirî li Qerebagê pêşda bîne.

Parlamêntê dew ji desthilatdarîya Adirbêcanê kirîye, ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bidine dasekinandinê û bîr anîye wekî tenê mecalên dîplomatî dikarin pirsgirêkê bidine helkirinê, ya ku wê karê bona binelîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button