H’emû nûçeSereke

Hûn nikaribûn diha zêde nimiz biketana: Marîna  Kalcûrand berbirî nevsên azêrîyaye fermî bûye

Ez bangî alîyê azêrîya dikim, ku qedirê borcdarîyên navneteweyî bigrin, dorgirtina korîdora Laçînê bidine sekinandinê.Di derbarê wê yekêda wextê gotûbêjkirina derheqa encamên hûmanîtarîye li Arsaxê, parlamêntvana avropî Marîna Kalcûrandê gotîye.

“Çawa seroka dêlêgasîya pêwandîyên tevî Qafqasîya Başûr, sala derbazbûyî min elametî belav kir û girêdayî kirinên desthilatdarîya Adirbêcanêra xemgînî da dîyarkirinê.Ez bangî  desthilatdarîya Adirbiêcanê dikim, ku dorgirtina korîdora Laçînê bidine sekinandinê û borcdarîyên xweye li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î biqedînin.Eva îdî ji mehekê zêdetire wekî kirinên Adirbêcanê gîhandine krîzeya hûmanîtarî. Rûê wê yekêda merivek îdî wefat bûye, lê 120 000 meriv jî nava dorgirtinêdanin.

Ez bangî alîyê azêrîya dikim, ku qedirê borcdarîyên navneteweyî bigrin, dorgirtina korîdorê bidine hildanê û îzinê bidin ku organîzeyên navneteweyî herine Qerebagê û dora qayîlnivîsara aşîtîyê hevraxeberdana destpêkin, ya ku wê garantîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bide.

Bi serhevdaanîna axaftina xwe, ez berbirî nevsên azêrîyaye fermî dibim, yên ku dijî min êrîş destpê kirine.Ez dixwezim bêjim wekî hûnê min netirsînin û min ecbûr nekin ku ez bêdengbim.Hûn nikarin zêdetir nimiz bikevin,lê ezê jî zêdetir nimiz nebim”,- parlamêntvanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button