H’emû nûçeSereke

Alîyê azêrîya nava gotina xweda ya derheqa dora girtina korîdora Laçînê ketîye nava tevlîhevbûnê: hevpeyvîna Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan dide bawarkirinê, wekî  Ermenîstanê hevraxeberdanên bona pêwandîyên edil, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda tu cara nedaye sekinandinê.Wezîr dibêje wekî Ermenîstan nêzîkbûna çêkirinê hindava pêvajoya hevraxeberdana dide kifşê, çimkî armanca dawî îzbatbûna ewlehkarîyê û aşîtîyêye.

Wextê hevpeyvînva tevî Armênprêssê wezîrê Ermenîstanêyî karên der usa jî derheqa halê dora korîdora Laçînê,elametîyên azêrîyaye nerastda û vekirina rîyada xeberdaye.

-Pêvajoya hevraxeberdanaye bona normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adbirbêcanê nava çi halîdane? Fikir hene wekî pêvajo ketîye nava hesarê.

-Hevraxeberdanên bona nomalkirina pêwandîya Ermenîstanê tu cara nedane sekinandinê. Nenihêrî halê li dora Laçînê û paşdaêxistina hevdîtina li Moskvayê, me ji mehekê zêdetire ku projeya peymanê û pêşnyarên xweye nû teslîmî alîyê azêrîya kirîye, lê hetanî niha tu bersiv nehatîye stendinê.

Ermenîstan mînanî berê nêzîkbûna çêkirinê hindava pêvajoyê dide kifşê, çimkî armanca dawî ewlehkarî û aşîtîya li herêmêye.

-Nava wê yekêdane usa jî halê dora korîdora Laçînê?

-Me gelek cara gotîye wekî xala şeşa ya elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î bi kîjanê pirsên dora korîdora Laçînê tên helkirinê, Ermenîstan tu pêvajoyeke mayîn têra nabîne.Bona çareserkirina şuxulkarîya korîdorê, cabdarîya Adirbêcanê û Rûsîyayê li vir heye. Pirsên girêdayî jîyana binelîyên Qerebagêra dikevine nava çarçoyeva şuxulkarîya Qerebagê.

Ez serda zêdekim, wekî rûyê girtina korîdora Laçînêda krîzeya hûmanîtarî îdî werguhêzî qezîya hûmanîtarî dibe û li vir pêwîste ku civaka navneteweyî beşdarî vê pirsê bibe.

-Van axirîya Adirbêcanê destpê kirîye bêje wekî bi korîdora Laçînêra ji Ermenîstanê berbi Qerebagê giva sîlih tên derbazkirinê. Feqet wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotibû wekî alîyê azêrîya derheqa wê yekêda melûmetî dane wan, yên ku niha tên lêkolînkirinê.

-Ez gerekê bêjim, wekî nava gotinên  xweda, yên dora korîdora Laçînê alîyê azêrîya tê bêjî ketîye nava tevlîhevbûnê. Adirbêcan gelek cara dibêje, wekî korîdor girtî nîne, paşê dibêje wekî menîya girtinê ya  êkolocîye.Lê wextê got, wa gotî  ekoaktîvîsta dew kirine ku avtomaşînên xaçê Sor û barên hûmanîtarî kontrolkin, lê paşê jî ketine avtomaşîna ku zarok cîguhastî dikirin û zarok tirsandin, ew niha jî dibêjin wekî giva sîliha derbazî Qerebagê dikin.

Careke mayîn bêjim, wekî Ermenîstanê tenê li ser axa xweye serbixwe mîna datîne û ew yek bi meremê xweparastinê hatîye kirinê, çimkî ji alîyê Adirbêcanêda gulana sala 2021 ê, mijdara sala 2021 e  û îlona sala 2022 a dijî Ermenîstanê agrêsîya  hatîye mîyaserkirinê. Niha jî qezîya agrêsîyayê heye.

Ew mînên ku Adirbêcan dide kifşê û derheqa wanda elam dike, wekî ew mînên sala 2021 ê çêkirîne û Laçînêra derbazî Qerebagê kirine, bi rastî li cem Adirbêcanêne, lê ew mîn piştî okûpasîyakirina axa Ermenîstanêye serbixwe ketine destên wan.

-Pirseke mayîn jî heye: desthilatdarîya Adirbêcanê dibêje wekî korîdor vekirîye, lê desthilatdarîya Ermenîstanê û ya Qerebagê dibêjin wekî korîdora girtîye, ev yek civaka navneteweyî dike nava şaşîyê.

-Ewe menî, wekî em pêşnîyar dikin ku Organîzeya Netewên Yekbûyî, yan ji Avropa koma dîtindarîyê bişînin û emê vê yekê dîsa biwekilînin.

-Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye, wekî Yêrêvanê pêşnîyara bona sazkirina formata sêalîye nû, ya Ermenîstan- Gurcistan-Adirbêcan înkar kirîye, hûnê vê yekê çawa şirove bikin?

-Hewaskarîya Ermenîstanêye mezin nava pirsa pêşxistina dîyaloga sêalîda, ya di navbera welatên Qafqasîyayê heye. Ew formata sêalî em bona gotûbêjkirina sêalî têra dibînin, lê ne ku çawa hevdîtinên Ermenîstanê û Adirbêcanêye dualî.Ew yek hema fikira derheqa hevdîtina serokwezîrên Ermenîstanê û Gurcistanê û serokê Adirbêcanêdane.

Alîyê ermenî  bona hevdîtina wî cûreyî amadeye, lê em dibînin wekî hevdîtina wî cûreyî wê ya kardar nîbe.

-Derheqa vekirina rêyên herêmîda hûn çi dikarin bêjin?

-Van axirîya wezîrê Tirkîyayêyî karên der gotitbû wekî Ermenîstanê bikeve nava mêxanîzmên herêmî, yên rojhilatê û rojavayê û wê tevî Qazaxstanê, Ûzbêkîstanê, Adirbêcanê, Tirkîyayê û Gurcistanê hevkarîyê bike.

– Ermenîstan hewaskre ku li herêmê rêyên transportê û êkonomîkî bêne vekirinê. Girêdayî wê yekêra pêşnîyarên me dîsa wî cûreyîne û em her dem dikarin wê yekê bikin. Li vir dijwarîya tek-tenê û ya hîmlî ewe, wekî Adirbêcan dewa korîdora ji axa Ermenîstanê der dike, ya nava Ermenîstanêra, lê ne bin kontrola Ermenîstanêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button