Balyozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan li ser rûpelê xweyî Twitterê nivîsîye:
“Eva 43 rojin korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê.Elîyêv bi berdewamî ji hemû hevkarên navneteweyî dide bawarkirinê ku korîdor vekirîye û bi sîyaseta xwe ya paqijkirina êtnîkî 120 000 mirevî birçî nahêle. Eger usa ye, wê demê çima Adirbêcan çalakîya mîsyona lêgerîna rastîyan ya navneteweyî red dike?”.