Bargeha Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li bajarê Sûrîyayêyî Êt-Tanfê /200 kîlomêtrî dûrî Damişqê/ roja înîyê ji alîyê dironên neeyanda hatîye êrîşkirinê.Derheqha wê yekêda têlêvîzîyona Dûbayêye « Al Hadath” ê ragîhandîye û hatîye gotinê, wekî ev êrîş ji alîyê komên piştgirên Îranêda hatîye kirinê, yên ku piştgirîya hêzên Sûrîyayê dikin.
Hatîye gotinê, wekî dirona derb gîhandine li wê qampa amêrîkî, li kîderê komên opozîsîyona Sûrîyayê cîhwarbûyîne. Şedê wê bûyarê dane îzbatkirinê, wekî çekdarên li wir zîyaneke mezin stendine, lê hejmarên kuştîya û birîndara hê nehatîye îzbatkirinê.