SerekeSîyasî

Êrdogan berbirî Swêdê bûye û gotîye wekî piştî şewitandina Quranê ew gerekê hîvîya endamtîya nava NATO ê da nîbin

Serokê Tirkîyayê Rebec Tayîb Êrdogan berbirî Swêdê bûye û gotîye, wekî ew gerekê hîvîya piştgirîya Enqerê nîbin, ya bona endamtîya nava NATO ê da. Wî cûreyî Êrdogan piştî wê bûyarê gotîye, dema ku li ber baylozxana tirkaye li Stokholmê, Quran şewitandine.

“ Îzina tu merivî tune ku musulmana yan jî merivên ji dînên başqe bêhurmet bikin.Ev kirina li Swêdê gaveke bêhurmetkirinêye, bi taybetî bona musulmana.Kî ku ev eyba ku li ber baylozxana me teşkîl kiribû, bila hîvîya wê yekê nîbe, ku emê bona endamtîya nava NATO ê da piştgirîyê bidine wan”,- Êrdogan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button