Li qampên li Kurdistana Îraqê hetanî niha nêzîkî mîlyonek mihacir mane.Ji wê salê îdî neh sal derbaz bûne, dema ku DAÎŞ ê êrîş bire ser nehîyên Îraqê û Sûrîyayê.
Li gorî melûmetîyên byûroya mîgrasîyon û wezîreta karên hundur, ya hukumata Herêma Kurdistanê 665 000 binelîyên wedelû û ji 248 000 î zêdetir mihacirên ji Sûrîyayê li Kurdistanê mane û bi tomerî hildayî 913 000 meriv li wan qampa dimînin.
Binelîyên wedelû ew merivin, yên ku bi mecbûrî cîh û warên xwe hiştine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî sala derbazbûyî Kurdistanê 248 434 mihacir li cem xwe qebûl kirine.
Çawa cîhekî bêqezîya, yê li Rojhilata Navîn, Kurdistanê ji sala 2014 a da li cem xwe nêzîkî du mîlyon mihacir qebûl kirine, yên ku li cîh û warên xwe rastî êrîşên DAÎŞ ê hatine.