H’emû nûçeSereke

Mîsîya Yekîtîya Avropayê wê halê herêmê bide dijwarkirinê, lê wê halê sertî di navbera ermenîya-azêrîya bide qerimandinê: sîyasetmedar

Qîmetkirinên pêşezana, yên derheqa cîhwarkirina mîsîya Avropayêye sîvîl, ya li Ermenîstanê mînanî hev nînin. Hinek difikirin, wekî alîyên mîsîyayêye baş hene, lê pêra jî alîyên wêye xirab hene.Pêşezan dibêjin wekî ew ji alîkîva dikare li ser xeta pêşin hal bide qerimandirnê, lê ji alîkî mayînva jî dikare halê li  herêmê bide sertkirinê.

Dîtindarên Yekîtîya Avropayê wê li Ermenîstanê bibine çev û guhên wê sîstêmê. Derheqa wê yekêda Karên Hovhannîsyanê pêşezan gotîye û şirove kirîye, wekî heger agrêsîya hebe, wî çaxî Yekîtîya Avropayê wê pê bihese, ku kî êrîş û provokasîya mîyaser kir. Vê yekê li Bekûyê nerazîbûn pêşda anîye.

Bi gotina Karên Hovhannîsyan cîhwarbûna mîsîyayêye bi wedê du sala dikare rola girîng bilîze, lê pêra jî dikare konkûrênsîya di navbera dewletên mezinda bide zêdekirinê, çimkî cîhwarkirina dîtindarên avropî nava qewilên amadebûna aşîtîparêzên rûsda tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button