H’emû nûçeSereke

Birîyara derheqa cîhwarkirina li Ermenîstanê mîsîya dîtindarîyêye nû girîng hatîye hesabkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar û şêwirmenda serokê Şêwira Avropayê, ya pirsên sîyasîya der Magdalêna Gronoy hatîye.

Wextê hevdîtinê birîyara derheqa cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyêye ku wê li Ermenîstanê bê cîhwarkirinê, girîng hatîye hesabkirinê û hatîye gotinê, wekî ewê alî çareserkirina ewlehkarî û qewînbûna li herêmê bike.

Xêncî wê yekê halê li korîdora Laçînê hatîye gotûbêjkirinê.Wezîrê karên der gotîye wekî Adirbêcan bi kirin û propaganda xwe cedandinên Ermenîstanêye bona îzbatbûna aşîtîyêye li Qafqasîya Başûr diteribîne.

Fikir dora normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button