H’emû nûçeSereke

Cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê wê mecalê bide  Ermenîstanê ku ew li ser pîya bisekine: sîyasetmedar

Cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyê ya li Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, li Rûsîyayê, li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û usa jî li Bekûyê nerazîbûna mezin pêşda anîye. Ji Adirbêcanê ev gav usa raber kirin, wekî Ermenîstan bi wê menîyê usa dike ku ji borcdarîyên xwe paşda bisekine. Ji Moskvayê jî eşaretîyê didin, wekî heger dîtindarên Yekîtîya Avropayê bixwezin vêktora Ermenstanêye hundur û der bidine guhartinê, wî çaxî Rûsîyayê dijî wê yekê derkeve.

Hinek sîyasîzanên ermenî bersiva rûsa çawa ya kumreşîyê hesab dikin, lê cîhwarkirina dîtindara jî çawa wedê usa hesab dikin, wextê kîjanê welatê bikaribe li ser pîya bisekine û xwe amade bike.

Mîsîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê wê nava hevtîyên pêşinda destpêbe. Meremê mîsîyayê ewe ku li nehîyên Ermenîstanêye nêzîkî sînor qewînbûnê û atmosifêra aminayê sazkin. Mandata mîsîyayê bona du sala têra hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button