SerekeSîyasî

Êrdogan rastî serokê Kurdistana Îraqê hatîye

Serokê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê rastî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan hatîye.Hatîye ragîhandinê, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêwandîyên Hewlêrê û Bexdayê û usa jî pirsên dualî hatine gotûbêjkirinê.Derheqa wê yekêda têlêvîzîyona Rudaw ê ragîhandîye.

“Alîya dane dîyakirinê, wekî hevkarîya di navbera Kurdistanê û Tirkîyayêda, bi taybetî nava goveka ênêrgêtîkî û kirîn-frotanêda gerekê bidine pêşxistinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Herdu alîya jî guhdarî dane ser hevkarîya nava ewlehkarîya sînora û qezîya DAÎŞ ê ye li Îraqê û Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button