H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê bangî Adirbêcanê dike ku korîdora Laçînê vekin û hemû dîlên ermenî aza berdin

Parlamênta Avropayê bangî Adirbêcanê dike ku korîdora Laçînê vekin û hemû dîlên ermenî aza berdin.

Nava rêzolyûsîya sala 2022 a da ya derheqa pêşkeftina welatên endamên bin monîtorîngêda hatîye dîyarkirinê,wekî ew berbirî komîtêya Şêwira Avropayêye wezîra dibin ku mîyaserkirina qirara 21 ê kanûna sala 2022 a, ya ji alîyê Adirbêcanêda kontrolkin û bang dikin ku birîyarên ji alîyê mehkemêda qebûlkirî  mîyaserkin. Gilî derheqa korîdora Laçînêdane.

Parlamênt usa jî dîna xwe dide halê dîlên ermenîye li Adirbêcanê û bang dike ku hemû dîlên ermenî aza berdin.

Çi ku derheqa Ermenîstanêdane, parlamênt pêşkeftina dêmokratîyê silav dike û bangî desthilatdarîya Ermentîstanê dike ku werguhastina berdewamkin.

Çi ku derheqa Adirbêcanêdane, parlamênt dîyaloga desthilatdarîyêye sîyasî silav dike, lê mixabin li Adirbêcanê hal baş nebûye û cêrge xemgînî girêdayî mafên mêrivra hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button