H’emû nûçeSereke

Bekû mîn ji topraxa  Ermenîstana serbixwe berev kirine: alîyê ermenî li Haagayê bersivê dide dewekarîyên Adirbêcanê

Nûnerê Ermenîstanêyî hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan li Haagayê bersiva wan gotinênê Adirbêcanêye nerast dane, bi kîjana Adirbêcanê gotibû ku giva bi korîdora Laçînê Ermenîstan mîna cîguhastî dike û wana li rex gunda cîhwar dike.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî wekîlê Ermenîstanê gotîye ku Bekûyê ew mîn ji topraxa Ermenîstana serbixwe berev kirine.

Ermenîstanê nava topraxa xweye serbixweda mîn bi meremê xweparastinê cîhwar kirine, çimkî hatîye hesabhildanê, wekî Adirbêcan agrêsîyayên xwe diwekilîne. Ji topraxa Ermenîstana serbixwe der mîn nayêne cîhwarkirinê, bi taybetî li wan cîhên sîvîl û pêra jî nacêribîne welatîya bike hedef. Adirbêcan ew mîn, derheqa kîjanada dibêje ji topraxa Ermenîstana serbixwe berev kirine, ya ku sala 2021 û sala 2022 a ji alîyê hêzên azêrîyada hatîye dagirkirinê. Adirbêcan dicêribîne  wî cûreyî înformasîyayên nerast raberke. Ez hêvîdarim, wekî mehkeme wê îzina wê yekê nede”,- Kîrakosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button