H’emû nûçeSereke

Serokwezîr tevî wekîlê wezîrê Rûsîyayêyî karên der mecala normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê wezîrê Rûsîyayêyî karên der, yê pirsên piştgirîya hindava normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv qebûl kirîye.

Xeberdan derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê û helkirina wan pirsgirêkada, yên ku rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatine, çûye.

Paşînyanê serokwezîr derheqa ji alîyê Adirbêcanêda teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek pêwîste bona ku borcdarîyên li gorî elametîyê bêne qedandinê.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên derheqa mecalên normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û pirsgirêka Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button