H’emû nûçeSereke

Hejmara qurbanîyaye li zona erdhejê diha gelekî zêdeye, ne ku çawa kanîyên fermî raber dikin:Cumhuriyet

Li Tirkîyayê gelek meriv hindava hejmarên qurbanîyên li zona erdhejê şikberin, yên ku bi fermî tên raberkirinê.

Rojnama tirkîye  Cumhuriyet ê  nivîsîye wekî hejmara kuştîyaye  rast diha zêdeye.

Ev hemû tişt girêdayîye wê yekêra ,wekî rûyê halê giranda gelek meriv cinyazên merivên xwe bêyî rêgîstrasîyakirina li byûroya anegor teslîmî axê dikin. Ew yek jî dide kifşê, wekî hejmarên fermî diha kêm didine kifşê, ne ku yên rast. Wedekî dirêj wê bê xwestinê, wekî  hemû navên nerêgîstrasîyakirî bikevine nava wan navnîşa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button