H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê hemû tiştî êkonomî dikin, ji xurek destpêkirî hetanî ênêrgîya êlêktrîkî: du meha nava dorgirtinêda

Jîyana arsaxîyên ku du meha nava dorgirtinêdanin ji birîna ênêrgîya êlêktrîkî destpê dibe û usa jî berdewam dibe.Tora Arsaxêye ênêrgêtîkî bin giranîyêda dixebite.Evê serê mehekêye ku xeta ênêrgîya êlêktrîkî ku ji Ermenîstanê diçe Arsaxê, zîyanê ketîye, lê Adirbêcan îzinê nade ku wê yekê çêkin. Kompanîya Arsaxêye ênêrgîya êlêktrîkî berbirî cimetê dibe ku ênêrgîyayê êkonomî bikin, çimkî heger usa nekin, pirsgirêkên mezin dikarin pêşda bên.

 Li Arsaxê navnîşa xurek ne ku bi xwestinê, lê  li gorî mecalê amade dikin. Ew yek girêdayîye wê pirsêra, ku li malê çi heye, yan jî çi tune û çi dikarin li dikanê dest bînin.Kêmasîya eşîyayên pêwîst û ardû roj bi roj zêde dibin. Ji 20 ê meha çileda pênc navên eşîyaye pêwîst bi çêka didin. Ji 21 ê sibatêda li ser wan nava usa jî hêk, fêkî û toza kincşûştinê zêde bûne.

Li  nexweşxanên Arsaxê hemû emlyetên plankirî hatine paşdaêxistinê. Piranîya îdarên xwendinê girtîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button