H’emû nûçeSereke

Bi zanebûnên leşkerî, lê ne sîlihkirî: şuxulkarîya mîsîya Yekîtîya Avropayê wê çi cûreyîbe?

Nava teşkîla mîsîya dîtindarîyêda, ya Yekîtîya Avropayê wê usa jî 15 xebatkarên polîsîya alman hebin. Mîsîyayê şuxulkarîya xwe 20 ê sibatê destpêke. Derheqa wê yekênda berdevkê hukumata Almanîyayê Ştêfên Hêbêstrêyt gotîye. Nava teşkîla mîsîyayêda hukumata fêdêral pêşnîyar dike pêşezanên sîvîl jî bişîne.Bi tomerî hildayî nêzîkî 100 merivî wê nava mîsîyayêdabin.Serokatîya mîsîyayê wê bike ofîsêrê polîsîya Almanîyayê, dîtindarê bi wedê du  sala Ermenîstanêbin. Ewê dîna xwe bidine rêjîma agirbestê, wê piştgirîyê bidine qewînbûna aminaya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda  û wê rîskên bona binelîya bidine kêmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button