H’emû nûçeSereke
Ji bin avayên wêranbûyî sê zîyankêş û 20 cinyaz hatine derxistinê: koma ermenî derheqa xebata li Tirkîyayê û Sûrîyayê dane tomerîkirinê
Serokê beşa opêratîv, ya merkeza serkarîkirina krîzeya Garîk Agramanyan xebatên li Tirkîyayê û Sûrîyayê kirî raber kirîye. Çawa ku pêşda hatibû dîyarkirinê, 8 ê sibatê komên ermenî çûne Tirkîyayê û Sûrîyayê, li kîderê ew beşdarî xebatên piştgirîyê bûn.
“Komeke ermenî li bajarê Tirkîyayêyî Adîyemanê cîhwar bû û ya mayîn jî li bajarê Sûrîyayêyî Helebê. Bi hevkarîya tevî komên başqe li Tirkîyayê sê zîyankêş ji bin avaya hatine derxistinê.Xêncî wê yekê cinyazên 20 merivî ji wandera hatine derxistinê.
Koma ermenîye li Helebê xêncî xebatên piştgirîyê bona ermenîyên cîh dersên anegor teşkîl kirine ku wextê erdhejê çi cûreyî xwe xweykin.
Herdu komên ermenî 14 ê sibatê vegerîyane Ermenîstanê.