Seredana Elî Baxêrî dide kifşê, wekî Ermenîstan bona Îranê girînge: îranzan
Seredana cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Elî Baxêrî, ya li Ermenîstanê dide kifşê, wekî Ermenîstan û Qafqasîya bona Îranê girîngin.Fikira wî cûreyî pêşezanê îranî Êhsan Movahêdîan elam kirîye.
Bi gotina wî, piştî normalkirina pêwandîyên tevî welatên ereba, bona Îranê tenê sînorên Qafqasîyayê ne qewîn dimînin.
Bi gotina pêşezan, piştî hevdîtina Elîyêv û Êrdogan, piştî kirîna sîlihaye ji Îsrayêlê, çûyîn-hatinên Bekûyêye leşkerî tê bêjî qewateke nû stendine.
“Dewsa wê yekê ku derheqa berjewandîyên welatên xweda bifikire, Elîyêv lez dikeve li ser sînorên Ermenîstanê pevçûyîna teşkîlke, çimkî bi hesabhildana halê li Îsrayêlê û Tirkîyayê, usa jî nekarebûna Rojavayêye bona sekinandina Rûsîyayê û wede bona kara Elîyêv nîne”,-ewî gotîye.
Pêşezan gotîye, wekî meremê êrîşa Elîyêve nû ewe ku sînorê ermenî-îranî bê hildanê, dijî Rûsîyayê enîke nû bê vekirinê, wa gotî “korîdora Zangêzûrê” bê sazkirinê, Îranê ji rêyên ênêrgêtîkî û transportê bidine derxistinê, usa jî têrorîsta cîguhastî li ser sînorên Îranê, Rûsîyayê, Çînistanê cîhwarke.