H’emû nûçeSereke

Pirsên  helkirina pirsgirêka azêrîya-qerebagîya gerekê nava formata hevraxeberdanaye navneteweyîda bêne gotûbêjkirinê: wezîreta Arsaxêye karên der

Girêdayî pêşnîyara serokatîya Adirbêcanêra, ya derheqa teşkîlkirina hevdîtina wekîlên Adirbêcanê û Arsaxê, wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda  hatîye gotinê: “Komara Arsaxê her dem bona kara  berdewama dîyalogê pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî pirsgirêk gerekê bi rîya hevraxeberdana bêne helkirinê.Em tu cara ji kontaktên tevî azêrîya paşda nesekinîne. Şedetîya wê yekê hema hevdîtinên wekîlên Arsaxê û Adirbêcanê didin, yên ku bi navçîgarîya fermandarîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz hatine derbazkirinê.

Qewilên ku alîyê azêrîya bona hevdîtinê û rojevê pêşnîyar kirine, nava kîjanêda usa jî ev pêşnîyar hatîye raberkirinê, şedetîya wê yekê didin wekî armanca serokatîya Adirbêcanê ne ku gotûbêjkirina dora pirsgirêkên heyîye, lê ewe ku dîyalog bê teribandinê û bi rîya dorgirtinê, bi mecbûrkirinê, bi sazkirina qewilên jîyanêye xirab û bi destê zorê rojeva xweye sîyasî me bidine borcdarkirinê.

Girêdayî wê yekêra, em bîr tînin, wekî 25 ê adarê alîyê azêrîya xalên elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î teribandine, xeta pêşinra derbaz bûne û berbi axa Komara Arsaxê pêşda hatine.

27 ê adarê hêzên Adirbêcanê careke mayîn cêribandine vê rê bikine hedef, ya ku gundên dora Şûşîyê û yên mayîn bi hevra dide girêdanê.

Em hesab dikin wekî berî her tiştî gerekê rîya korîdora Laçînê bê vekirinê û pirsgirêkên rûyê dorgirtinêda pêşdahatî lez bêne helkirinê.

Serokatîya Arsaxê bona gotûbêjkirina pirsa vekirîye.Em careke mayîn didine dîyarkirinê, wekî berdewama dorgirtina korîdora Laçînê tiştê qebûlkirinê nîne û alî dîyalogê nakin.

Em careke mayîn dibêjin, wekî pirsên girêdayî dew û doza azêrîya–qerebagîyara gerekê nava formata navneteweyî û hevraqayîlkirîda bêne gotûbêjkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button