H’emû nûçeSereke

Gotinên Adirbêcanêye derheqa cîguhastina sîlihaye ji Ermenîstanê berbi Arsaxê bêhîmin:Paşînyan

Gotinên Adirbêcanêye derheqa cîguhastina sîlihaye ji Ermenîstanê berbi Arsaxê bêhîmin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

Bi gotina Paşînyan elametîyên Adirbêcanêye di  derbarê wê yekêda ku  ji Ermenîstanê sîliha dibine Arsaxê, derewa propagandayêye, bona ku bo êskalasîya nû xwe amade bikin.

“Înformasîyona derheqa cîguhastinên leşkerîda, yên ji Ermenîstanê berbi Qerebagê derewa propagandayêye, armanca kîjanê ewe ku bona agrêsîya nû lêgîtîmî sazbe”,- serokwezîr gotîye.

“Ermenîstan cîguhastinên leşkerî, yên berbi Qerebagê mîyaser nake. Li Qerebagê eskerê Ermenîstanê tune, bona kontrolkirina wê yekê me pêşnîyar kirîye ku mîsîya navneteweyî bişînine wir, lê hema xût Adirbêcanê ew yek înkar kirîye”,- Paşînyan gotîye.

Paşînyan bîr anîye, wekî Adirbêcan ne tenê birîyara mehkema navneteweyî, ya derheqa hildana dorgirtina korîdora Laçînê mîyaser nake, lê serbara serda hal dide sertkirinê û wê bilindayê hildide,  ji kîderê Stêpanakêrt û çend gundên mayîn tên lênihêrandinê.

Bi gotina Nîkol Paşînyan li Qerebagê eskerê parastinê heye û heyîna wî eskerî bi wê yekêva tê afûkirinê,wekî Adirbêcan eşkere bona komkujîya ermenîyên li Arsaxê xwe amade dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button