H’emû nûçeSereke

“Xebat berdewam dibin”: wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda

Derheqa tabîya ermenîda, ya derheqa mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ya li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der, piştî hevdîtina tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der, raber kirîye. Xebat berdewam dibin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

Wekîlê wezîreta Rûsîyayêye karên der du roj pêşda elam kirîye, wekî wedê şandina mîsîyayê Yêrêvanêva girêdayîye û niha top deşta Yêrêvanêdane. Pirs hatîye dayînê, ku tabîya Yêrêvanêye fermî nava vê pirsêda çi cûreyîye, ku gotûbêjkirin nava kîjan êtapêdanin, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan derheqa wê yekêda elam kirîye.

Li Moskvayê Ararat Mîrzoyan îzbat kirîye, wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê ya sîvîle. Bi wê yekêva tevayî ewî gotîye, wekî gotina derheqa wê yekêda ku Ermenîstan ji mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv paşda disekine, neraste çimkî Yêrêvan ji wê mîsîyayê paşda nesekinîye. Ew proje heye û xebat bona wê yekê berdewam dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button