Ez gumanim wekî rola koma Mînskê nava pêvajoya pirsên maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê hê heye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der
Tu welatekî endamê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê nikare tenê mêxanîzmekê, înstîtûtekê qirareke dora kîjanê hemû welatên endam li ser fikirekê bûne û ew ji alîyê hemû welatên endamda hatîye sazkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê prêss-konfêransa tevî serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa têlêvîzîyona civakî daye, ya derheqa wê yekêda, wekî serokê Adirbêcanê hesab dike, ku koma Mînskê îdî şuxulkarîya xwe ser hevda anîye.
Bi fikira min em nikarin bi gotinên Adirbêcanê pêşda herin, bi hesabhildana wê yekê, wekî gelek cara dora têmayên cuda-cuda gotinên azêrîyaye cuda-cuda dijî hev derdikevin.Em dikarin mesela korîdora Laçînê bînin, dema ku Adirbêcanê digot û hetanî roja îroyîn jî dibêje wekî korîdor girtîye û li rex wê yekê jî dide dîyarkirinê, wekî korîdor bi aktîvîstên sîvîlva hatîye dorgirtinê. Heger em bi gotinên azêrîya pêşda herin, emê bikevine nava tevlîhevbûnê.
Ez zêde bêjim, wekî Adirbêcan dibêje, wekî ne tenê koma Mînskê îdî tune, lê Qerebag jî îdî tune, dew û doza Qerebagê îdî tune. Heger ez vê bersivê bidime zelalkirinê û dora têmayê xeberdim, wî çaxî ez dikarim bêjim,wekî tu welatekî endamê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê nikare tenê mêxanîzmekê, înstîtûtekê qirarke, dora kîjanê hemû welatên endam li ser fikirekê bûne û ew ji alîyê hemû welatên endamda hatîye sazkirinê”,-wezîr gotîye.