H’emû nûçeSereke

Bona girtina terşa balansa leşkerî ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bernamên mezin hene: Paşînyan

Min carekê gotîye, wekî kesîbtî serê mêrivdane, lê niha werguhastina esker berê ewlin gerekê ji guhartina fikirê destpêkin. Derheqa wê yekêda wextê raberkirina raporta hukumata Ermenîstanê, ya derheqa bernamên wêda, Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi axaftina derheqa werguhastinên nava eskerda daye dîyarkirinê.

“Xêncî guhartina fîzîkî, guhartina bi fikirê jî gelekî girînge. Li cem me pirsgirêkên kûr hene, helkirina kîjana her dem nîne ku bi pera tê helkirinê.

Îro mera dibêjin, wekî aşîtîyê didine borcdarkirinê. Sala 1994 a em gihîştine serkeftinê, lê bona çi me neda borcdarkirinê. Bi fikira min aşîtîyê çê dikin”,- ewî gotîye.

Vîgên Xaçatryanê parlamêntvan pirs daye Paşînyan ku bernamên çi cûreyî hene, ku terşa balansa leşkerî, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bê girtinê.

“Bernamên mezin bona wê yekê hene, lê ez nafikirim wekî wê pirsê gerekê vekirî gotûbêj bikin. Ez amademe nava rêjîma derdadayîda ne tenê tevî endamên koma meye sîyasî, lê usa jî tevî opozîsîyona parlamêntê gotûbêj bikin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button