Sala 2022 a Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn şeş cara rastî hevdu hatine û 20 carî jî bi têlefonê axivîne
Sala 2022 a Komara Ermenîstanê hevkarîya tevî Rûsîyayê, ya hemû alîya, berfireh kirîye.
Derheqa wê yekêda nava raporta hukumata Ermenîstanê ya salên 2021-2026 a da û pêvajoya nava sala 2022 a da hatîye dîyarkirinê.
19-20 ê nîsana sala 2022 a Nîkol Paşînyan çûye Rûsîyayê û wextê seredana wî dokûmêntên dualî hatine îmzekirinê.
18 ê tîrmeha sala 2022 a jî dîsa seredan hatîye teşkîlkirinê.
Raportêda usa jî hatîye gotinê, wekî mijdara sala 2022 a Vladîmîr Pûtîn hatîye Ermenîstanê û beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bûye. Bi tomerî hildayî nava sala 2022 a da serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê şeş cara hev dîtine û 20 cara jî bi têlefonê axivîne.
Di navbera serokwezîrê Ermenîstanê û serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstînda sê hevdîtin sala 2022 a pêk hatine, lê du cara jî bi têlefonê axivîne.
Serokwezîrê Ermenîstanê nava çarçoveya seredana li Rûsîyayê usa jî rastî seroka şêwira fêdêrasîyon Valêntîna Matvîênkoyê û serokê parlamênta Rûsîyayê Vyaçêslav Volodîn hatîye. Xêncî van seredana, serokwezîr usa jî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov qebûl kirîye.