SerekeSîyasî

Serokwezîrê Îraqê: deranîna nefta Kurdistanê wê nava rojên nêzîkda destpêbe

Hukumata Îraqê wê zûtirekê berbirî Tirkîyayê bibe û hîvî bike ku nefta ji Kurdistanê careke mayîn bidine deranînê.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Îraqê Mehmed Şîa as Sûdanî gotîye rojnamevana.Ewî usa jî îzbat kirîye, wekî kabîneya wî borcdarî hildaye ser xwe ku miaşên xebatkarên dewletê li Kurdistanê bidin.

“Undakirina 475 000 barêl neft ya herroje wê hukumekî xirab li ser hemû alîya bihêle.Van rojên nêzîkda emê peymanên di navbera kompanîyayên neftêda amadekin, emê derheqa wê yekda elamî alîyê tirka bikin”,- ewî gotîye.

Lîdêrê îraqî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Bexda wê kara neftê bişîne byûcêya fêdêral, bi kîjanê wê miaşên xebatkarên dewletê bêne dayînê.

Çi ku derheqa mihaciradane, serokwezîr gotîye wekî hukumata wî ev pirs danîye pêşîya xwe ku hemû gav bêne avîtinê, bona ku mihacir paşda vegerine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button