H’emû nûçeSereke

Adam Şîf projeya derheqa naskirina serbixwetîya Arsaxê û gunehkarkirina agrêsîya Adirbêcanê raberî Kongrêsê kirîye

Cîgirê serokê koma Kongrênsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên ermenî Adam Şîf proje raberî Kongrêsê kirîye, bi kîjanê bang kirîye ku serbixwetîya Arsaxê naskin û agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê û Arsaxê gunehkarkin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ji data Ermenîye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirine.

“Mafê xweqirarbûnê nava cêrge qanûnên navneteweyîda hatîye dîyarkirinê û Ştatên Yekbûyî jî endama wan sîstêmaye”,-nava têksta rêzolyûsîyayêda hatîye gotinê.

Hemû  cimetên peymana navneteweyî xweyê mafên xweqirarbûnêne. Bi wî mafî ew aza statûsa xwe pêşda dikişînin û aza pêşkeftina xweye êkonomîkî, sosîyalî û çandî didine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button