H’emû nûçeSereke

Cêngîz Aktar: “Nava pirsa komkujîya Ermenîda Tirkîya zûva binketîye”

Tirkîya ew welat nîne yê ku li dinîyayê çevê civaka navneteweyîda, girêdayî pirsa komkujîya Ermenîyara, amine.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî  Ermenihaber.am ê sîyasîzanê tirk, rojnamevan, profêsorê ûnîvêrsîtêa Atînayê Cêngîz Aktar gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî meriv dikare wê yekê jî çawa êtapa înkarkirinêye mayîn navke, dema ku 5 ê nîsanê wezîrê Tirkîyayêyî parastinê got wekî tiştê usa tunebûye, lê serbara serda ermenîya tirkên musulman qetil kirine, Aktar gotîye wekî ew têz bi sala tên xebitandinê.

“Girêdayî înkarkirina Tirkîyayêra gerekê tiştekî bîr nekin. Tirkîya ew welat nîne wekî çevê civaka navneteweyîda aminaya wê hindava pirsa komkujîya Ermenî hebe.Li dinîyayê tu kes piştgirîyê nade wan têzên Tirkîyayê.Nava wê pirsêda Tirkîya zûva binketîye”,- sîyasîzanê tirk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button