Ermenîstan hêvîdare wekî Fransîyayê piştgirîyê bide bona ku mîsîya navneteweyî bişînine korîdora Laçînê û Qerebagê
Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê difikire wekî Fransîya dikare bona helkirina pirsgirêkên ewlehkarîyê piştgirîyê bide Ermenîstaanê û helkirina pirsgirêka Qerebagê.Fikira wî cûreyî sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê li Cêrmûkê elamî rojnamevana kirîye.
“Fransîya nava gelek pirsada dikare kardarbe û alî Ermenîstanê bike. Hûn zanin, wekî mîsîya Avropayê ya sîvîl nava encamên hevdîtina li Prahayê hatîye şandinê û nava wê yekêda serokê Fransîyayê rola girîng lîstîye. Fransîya bona piştgirîya Ermenîstanê rîya digere. Çawa hemsedira koma Mînskê, ew dîsa hindava Qerebagêda guhdare. Niha em dibînin, wekî hewaskarîya Fransîyayê hindava pirsgêkêda heye bona ku halê li korîdora Laçînê bê rastkirinê”,- Armên Grîgoryan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan tevî hevkarên navneteweyî xebata întênsîv mîyaser dike, bona ku mîsîya navneteweyî bişînine korîdora Laçînê û Qerebagê. Ewî gotîye, wekî pirs niha tevî Fransîyayê tê gotûbêjkirinê û hêvîdarin wekî piştgirî wê bê stendinê.
Grîgoryan daye dîyarkirinê, wekî hatibû pêşnîyarkirinê ku wezîra Fransîyayêye karên der li Cêrmûkê biqeside bona ku ew hal li ber çevê xwe bibîne.