Nava encamên leca komîsîya Ermenîstanêye xizmetên giştî tora têknolojîya 5G wê bê destpêkirin
Komîsîyona ragîhandina xizmetên gelemperîyê ya Komara Ermenîstanê ji bo îhaleyên bikaranîna beşên frekansa radyoyê yên 700 MHz û 800 MHz îhale pêk anî û temam kir.
“Di encama cîbicîkirina erkên ku bi destûrên hatine dayînê, di nav 2 salan da, li bajarên mezin li Yêrêvanê, Gyûmirîyê, Vanazorê, bi taybetî “Interneta tiştan” da tora 5G ya têknolojîya ragihandine ya berfereh ya mobîl bê destpêkirin”.
Ji bo xurtkirina kapasîteyên parastinê yên Komara Ermenîstanê, dê kalîteya gihîştina berbelavkirina berferehîya mobîl li deverên girtî (hundurî) baştir bibe, asta pêbawerî û ewlehîya torên ragihandinê dê bê zêdekirin û pergalên ewlehîyê dê bêne nûvekirin, binesazîyên ragihandinê yên heyî dê bên pêşxistin her weha bernameyên perwerdehîyê ji bo pisporên di warê telêkomunîkasyonê de li sazîya xwendina bilind ya dewleta Ermenîstanêda laboratoryake perwerdehîyê bi îmkana peydakirina karûbarên ragîhandina mobîl yên ragîhandina êlêktronîkî bê damezrandin, ku dê beşdarî perwerdekirina pêrsonalên jêhatî yên pispor di bernameyên perwerdehîyê yên pîşeyên navborî de, ji bo sêktorê hewce bike.