H’emû nûçeSereke

Nava welatîyên bîyanîda, yên ku dixwezin li Ermenîstanê bimînin usa jî welatîyên Adirbêcanê û Tirkîyayê hene

Sala 2022 a da 968 merivî statûsa mayîna li Ermenîstanê xwestine, nava wanda welatîyên Adirbêcanê û Tirkîyayê jî hene.

Derheqa vê yekêda ji qulixdarîya mîgrasîyon elamî “Armênprêss” ê kirine.

Nava wan merivada yên here gelek welatîyên Ûkraînyayêne.

Piştî wan welatîyên Îraqêne, lê cîhê sêemînda welatîyên Îranêne.

Merivekî ji Adirbêcanê jî bona stendina statûsa mayînê hîvî kirîye.Xêncî wê yekê usa jî 8 welatîyên Tirkîyayê nava wan merivada hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button