H’emû nûçeSereke
Adirbêcanê berbi alîyê Sotkê gulebaran kirîye: ji alîyê ermenîya çar birîndar hene
Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine wekî îro ji saheta 06:00 a hêzên çekdarên Adirbêcanê ji top û hawanan berbi tabîyên ermenîyan yên li Sotkê gulebaran kirine. Ji sahet 10:25 a alîye Sotkê hal sincirîye. Li alîyên sînore din hal aramîye.
Hêzên çekdarên Ermenîstanê tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê digirin.
Nava encamên provakasîyona Adirbaycanêda ji sahet 10:25 a ji alîyê Ermenîstanê 4 birîndar hene.Hatîye ragîhandinê wekî rewşa 2 leşkerên birîndarbûyî başe, le yên 2 emîn jî sivike.