H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê ew sîlih nestendine,  kîjan xwestine û bona çi heq daye Rûsîyayê: Armên Grîgoryan

Sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan hevpeyvîn daye rojnama “Novoya gazêta Yêvropa” ê, wextê kîjanê ewî fikirên xwe, yên derheqa sîyaseta Ermenîstanêye der, bi taybetî pêwandîyên tevî Rûsîyayê, raber kirîye.

Wextê qisa tevî Yan Şênkmanê rojnamevan, ewî bersiva wê pirsê daye, ku bona çi di navbera rojhilatê û rojavayêda Ermenîstan xwe wî cûreyî xweyî dike.

“Li vir tiştekî ecêb tune.Van salên dawî li dinîyayê arxîtêktorîya ewlehkarîyê, bi taybetî li herêma me, bi temamî hatîye guhartinê. Belê, hemû tişt zelal û femdarî bû. Em difikirîn, wekî mecal hebû bi têlefonê dikarin bêjin ku pirsgirêk heye. Û wî çaxî wê  bigotana ku emê piştgirîyê bidin. Me cêriband û em dibînin, wekî ew mêxanîzm naxebitin. Borcdarîyên peymanê nayêne qedandinê. Mêxanîzmên ku gerekê ewlehkarîya Ermenîstanê bidana çareserkirinê, hilweşîyane, lê yên mayîn jî hê nehatine sazkirinê. Hema eve kirîze”,- Grîgoryan gotîye.

Bi fikira wî, wekî niha mêxanîzm û dayîna sîliha pêwîste, çimkî niha wê yekê nastînin, çi ku hatîye xwestinê û heq jî hatîye dayînê. Bi gotina wî, gilî derheqa çend peymanadane.

“Xêncî wê yekê em hêvîdar bûn, wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê  îlona sala derbazbûyî piştgirî bida me, dema ku Adirbêcanê agrêsîya destpê kir. Ew yek jî nexebitî”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button