H’emû nûçeSereke
Wedê hevdîtina koma xebatê ya Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê tê qayîlkirinê: Ovêrçûk
Wede û cîhên hevdîtina bi sirê, ya koma xebatêye sêalî, ya Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê wê piştî şêwirdarîyên cîgirên serokwezîrên hersê welata bê qirarkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye ajansa TASS ê.
“Roja îroyîn şêwirdarîyên întênsîv di navbera cîgirên serokwezîrên Adirbêcanê, Ermenîstanê û Rûsîyayê tên pêkanînê, yên ku derheqa dasekinandina rêyên herêmêye transportêdanin”,- Ovêrçûk gotîye û serda zêde kirîye: “Derheqa wede û cîhê hevdîtina mayînda piştî şêwirdarîya wê birîyar bê qebûlkirinê”.