
Li Alanîyayê komeke endamên partîya Tirkîyayêye desthilatdar nêzîkî malên kurda bûne û cêribandine bi vêxistina agir provokasîyayê mîyaserkin.Ew bûyar li nehîke li Alanîyayê qewimîye, li kîderê endamên partîya Êrdogan xwestine serkeftina Êrdogan bidine kifşê.Endamên komê agir vêxistine û sloganên rasîstî avîtine.Endamên malbetên kurda gotine, wekî berbi malên wan agir kirine û usa jî sloganên rasîstî avîtine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî kurda elamî polîsîyayê kirîye, lê polîsîyayê tu gav dijî wê yekê neavîtine.