H’emû nûçeSereke

Paşînyan encamên gotûbêjkirina tevî hevkarên rûs ya derheqa halê korîdora Laçînê çawa yê razîkirinê hesab nake

Hevtîya derbazbûyî li Moskvayê, bi beşdarîya serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, usa jî têma derheqa halê hûmanîtarî, yê li Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê. Alîyê ermenî ew têma usa jî tevî hevkarên ji Rûsîyayê gotûbêj kirîye, lê encamên wê yekê nedane razîkirinê.

Serokwezîr derheqa wê yekêda li parlamêntê gotîye û serda zêde kirîye, wekî halê leşkerî-sîyasî, yê li herêmê dîsa sert maye.

“Ew yek ne tenê pêwandîyên meva girêdayîye, lê usa jî şuxulkarîyên global, bûyarên Ûkraînayêva jî girêdayîye. Niha jî behsên başqe derheqa halê li ser sînorê Îranê û Afganistanê tên bihîstinê. Me rojeva aşîtîyê bijartîye û emê hemû tiştî bikin ku ew rojev bê mîyaserkirinê”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button