H’emû nûçeSereke

Nêzîkî du sala gerekê xwe amade bikin, lê ji 8 a hetanî 10 sala jî çêkin: wezîr derheqa çêkirina stansîya atomîda xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan elam kirîye, wekî stansîya atomîye niha dikarin hetanî sala 2036 a bidine xebatê. Bi gotina wî, niha xebateke mezin tê kirinê bona ku wedê lîsênzîya stansîyayê ji sala 2026 a hetanî sala 2036 a be.

Bi xeberdana derheqa çêkirina stansîya atomîye nûda, Sanosyan gotîye, wekî ew têma îdî tê gotûbêjkirinê. Bi gotina wî, êtapa amadekirinê gelekî dirêje, kîjanê nêzîkî du sala bikişîne, lê çêkirina  stansîyayê, wê ji 8 a hetanî 10 sala bikişîne.

“Qirarkirina qewata stansîyayê gelekî dijware, çimkî gelek faktor hene, kîjana gerekê hesabkin.Stansîya nû bona sed salî tê çêkirinê û gerekê ew yek bê hesabhildanê. Mesele, heger stansîya 1200 mêgavatê çêkin, wî çaxî ewê bibe sîstêma temamîya ênêrgêtîka me û wê usa bê stendinê, wekî tenê ew stansîya wê hewcetîya  temamîya welêt bide çareserkirinê. Lê heger stansîya bisekine, wî çaxî êkonomîka welêt û  sîstêma ênêrgêtîkî wê çi cûreyîbe?”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button