H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di mijara kirîna çekan da bi gelek welatan ra gotûbêjkirinên  întênsîv dike:Armên Grîgoryan

Sêkrêtarê şêwira  Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan elam kirîye ku gelek welat hene ku bi Ermenîstanê ra li ser mijara kirîna çekan  gotûbêjkirinên întênsîv dike.

Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona  civakî, Armên Grîgoryan da kifşê, ku di hinek rewşan de ji niha ve encam hene û  hevraxeberdan li gel hinek welatan berdewamin.

Grîgoryan destnîşan kir ku Ermenîstan vê yekê dihesibîne ku pirsgirêka Rûsyayê ya xizmetkirina şerê bi Ûkraynayê re heye û îmkanên wê têra hinardekirina çekan nakin. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, Grîgoryan got:”Li gorî van hemûyan, Ermenîstan ketîye rêya lêgerîna çavkanîyên din”.

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehekarîyê  her wiha destnîşan kir ku endamtîya  Peymana Ewlehekarîya Kolêktîv niha hevkarîya Ermenîstanê bi welatên cûre-cûrera sînordar nake, her çend berê hin astengî hebûn. Grîgoryan got: “Em bi hevkarên xwe yên rojavayî re jî ji bo xurtkirina hevkarîyên xwe yên di warê ewlehîyê de bi xurtî dixebitin û emê vî karî bidomînin”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button