H’emû nûçeSereke

Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîv  hin pirsgirêkan derdixe holê, lê hevkarîya me ya bi welatên cudara sînordarnake:Grîgoryan: Nûçe

Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîv  bo hevkarîya ewlehîyê ya bi hevkarên din re hin sînoran çêdikir. Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan di axaftina xwe ya bi “Lûrêr”ê ra  gotîye.

 “Grîgoryan dîyar kir ku Ermenîstan ji bo xurtkirina têkilîyên bi hevkarên rojavayî yên di warê ewlehîyê de bi giranî dixebite û wiha got: “Niha bûyîna di  Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîvda hin pirsgirêkan derdixe, lê hevkariya me ya bi welatên cuda ra sînordar nake”.

Armên Grîgoryan bersiv da pirsa ku hebûna Ermenîstanê di nav de çi dike. Grîgoryan got: “Ji sala 2020 a û pêva dîtina mînakeke alîkarîyê dê zehmet be, ji ber ku 3 şerên mezin ji alîyê Adirbêcanê va hatin destpêkirin û   Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîvda di van êrîşan de tu piştgirî neda Ermenîstanê”.

Sekrêtarê şêwira ewlekarîyê her wiha destnîşan dike ku dema Ermenîstanê gerîya, gerîya û altêrnatîv dît, wek mîsyona çavdêrîya sivîl ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê, piştî wê  Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîvda dest bi alîkarîya xwe kir.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button